Li Mûşê pêngavên bo geşkirina kerta geştyarî

Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya projeya “Qada Geşedana Jiyanê û Peyzaj a Dorûberê Çemê Muradê” de xebatên ku li dorûberên Pira Muradê ya dîrokî tên kirin û tê pêşbînîkirin ku bibin boneya geşbûna kerta geştyarî ya bajêr.

Li derdora Pira Muradê ya dîrokî ku 13 kîlomet re dûrî navenda bajjarê Mûşê ye û şopên mîmariya kevnar li ser hene, parqa zarokan, ciyê pêşangehê, parkurên macerayê, rêyên meşê û îskele hatin çêkirin. Bi wan xebatên ku dîmena derdorê pira dîrokî guherand ve armanc ew e ku turîzma bajêr geş bibe.

Waliyê Mûşê Îlker Gunduzoz bi daxuyaniyekê diyar kir ku bi weberhênanên dewletê, bajar bilez bi pêş de diçe û diguhere.

Îlke Gunduzoz bal kişand ku beşeke mezin a nifûsê bajêr, ciwan û zarok in û lewma jî di weberhênanan de ew yek li ber çavan tê girtin û wiha pê de çû: “Ji aliyê walîtiya me projeyeke sipehî hat cîbicîkirin. Me projeya rekreasyonê ya ji bo derdora Çemê Muradê ku xeyala me bû, pêk anî û ciwan û zarokên me dê sûdeke mezin jê bistînin.”

Gunduzoz herwiha da zanîn ku wan li herdu aliyên Çemê Muradê jî dar danîn û got, “Ez wisa difikirim, gava bihar hat û tesîsên sosyal jî ketin fealiyetê, bi hezaran kes dê dawiya hefteyê bên vê derê, heta însan dê ji parêzgehên nêzîk ên wekî Bedlîs û Ççewlîgê jî werin vê derê da ku bêhna xwe bidin û ji xwe re bigerin. Herwiha gelek kes dê bikaribin li vê derê bixebitin. Me projeya xwe bi awayekî fîzîkî temam kir.”