Nêçîrvan Barzanî: Ala Kurdistanê emanetekî pîroz e bigihînin nifşê nû

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî îro li Dibistana Diyarbekir a Bingehîn a Keçan li Hewlêra paytext beşdarî merasîma Roja Ala Kurdistanê bû.

Îro Sêşemî 17ê Kanûna 2019an, bi boneya Roja Ala Kurdistanê li Hewlêra paytext û li bajar û bajarokên din ên Başûrê Kurdistanê merasimên cor bi cor hatin lidarxistin.

Serokê Herêma Kurdistanê di wê merasîmê de gotarek pêşkêş kir û ragihand, ku Ala Kurdistanê nîşaneya rûmet û berxwedana xelkê Kurdistanê ye û di tevahiya qonaxên zehmet de jî hatiye bilindkirin.

Nêçîrvan Barzanî got: “Ala Kurdistanê sembola berxwedan, xebat û têkoşîna milletekê ye ku bi salane ji bo azadî, serxwebûn û wekheviyê xebatê dike.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha bang li zarokên Kurd kir û diyar kir, berpirsyartiyekî xwendevanan û nifşê nû heye ku Ala Kurdistanê bigihînin wî cîhî ku xelkê Kurdistanê çendîn sal e dixwaze xwe bigihînê.

Serokê Herêma Kurdistanê, ji bo zarokên Kurd got: “Ala Kurdistanê emanetekî pîroz e li ser milên we, çimku hûn ji bo vî welatî nifşê paşerojê ne. Divê hûn di jêr sîbera Ala Kurdistanê de bi çeka xwefêrkirin û xwandinê, bi awayekî cidî û bi xemxorî ber bi paşerojeke geş ve pêngavan bavêjin.”

Ji bilî Serokê Herêma Kurdistanê, Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê û Parêzgarê Hewlêrê Ferset Sofî jî li heman dibistanê beşdarî merasima Roja Ala Kurdistanê bûn.

Di sala 1999an de Parlamentoya Kurdistanê roja 17ê Kanûna her sal wek roja Ala Kurdistanê destnîşan kir.