Li Kampa Berdereşê koçberên ji Rojavayê Kurdistanê di rewşeke xirab de ne

Hewlêr (Rûdaw) - Li Kampa Berdereşê bi hatina zivistanê û barîna baranê rewşa koçberan xirab bûye. Koçber dibêjin, av derbasî nava konên wan dibe û daxwaza başkirina rewşa xwe dikin. Birêvebirê kampê jî eşkere dike, ku wan hemû pêdiviyên zivistanê li ser koçberan parve kirine.

Amadekariyên xwe ji bo zivistanekegiran dikin.Sengê konên xwe jî baş qayim dikin. Koçberên êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê ku li kampa Berdereşê dijîn, gazinan dikin ku di demsala zivistanê de rewşa wan xirab e û pêdawîstî ji wan re wek pêwîst nayên dabînkirin.

Piştî barîna baranê, av li çal û korên li kampê kom bûye, weke ku golên avê li kampê hebin. Ev kamp pêştir a koçberên Mûsilê bû, lê bi êrîşa ji nişkê ve ya li ser Rojavayê Kurdistanê koçber li vê kampê bilez hatin bicîkirin.

Koçberekî kampê dibêje, eger rewş wisa berdewam be, ew ê naçar bimînin vegerin.

Koçber daxwazê dikin, rewşa wan li kampê baştire bibe.

Birêvebirê Kampa Berdereşê, Botan Selahedîn jî eşkere dike, ku ew sûtemenî û betanî û cilên zivistanê û pêdiviyên din li ser koçberan dabeş dikin.

Ji ber êrîşa Tirkiyê û grûpên çekdar yên girêdayî wê, zêdetirî 18 hezar Kurdên Rojavayê Kurdistanê mal û halên xwe bicî hiştin, grûpên çekdar li Serêkaniyê, mulkên van koçberan bi temamî talan kirine û dest danîne ser malên wan.