Qesra Îshaq Paşa di nav mij û dûmanê da ma
Navenda Nûçeyan - Qesra Îshaq Paşa ya di Lîsteya Berwext a Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê de cih digre di nav mij û dûmanê de dîmeneke xweşik derxist holê.
Piştî ku li herêmê baran barî Qesra Îshaq Paşa ya li Bazîda navçeya Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê di nav mij û dûmanê de ma.
Qesra ku di nav mijê de maye dîmeneke bêhempa derxist holê.
UNESCOyê di sala 2000an da Qesra Îshak Paşa li ser Lîsteya Berwext a Mîrata Dinyayê zêde kiribû.
Qesra Îshaq Paşa li herêma dergûşa şaristaniyê ye di nav gelek berhemên dîrokî de di rêzên ewil de cih digre.