Li Agiriyê 3 qezayên trafîkê: 4 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê di 3 qezayên cuda yên trafîkê de 4 kes birîndar bûn.

Li ser rêya Agiriyê û navçeya wê Avkevirê 2 otomonîl li hev qelibîn û di encamê de kesek birîndar bû.

Her wiha li navçeya Zêdkanê ya Agiriyê otomobîlek ji rê derket û qulibî û 2 kesên tê de birîndar bûn.

Her wiha li nêzikî gundê Ebûzêtê yê navçeya Zêdkanê jî barhilgirek wergeriya û di wê qezayê de jî kesek birîndar bû.

Timên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Agiriyê û Nexweşxaneya Dewlêtê ya Zêdkanê.

Li Agiriyê ji ber barîna berfê ji şofêran hat xwestin bêtir agahdar bin.