Li Dîlokê qeza: Miriyek, 6 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, 3 otomobîlan li hev da.

Di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da û 6 kes birîndar bûn.

Qeza li ser rêya di navbera çarrêyên Îbrahîmlî û Kilîsê de çêbû.

3 otomobîlan li hev da û otomobîlek ji wan şewitî.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên agirvemirandinê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Di encama bûyerê de şofêra jin a otomobîla ku agir pê ket canê xwe ji dest da û 6 kesên di her du otomobîlên din de birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyên cuda yên Dîlokê.