Rêveberiya Xweser: Pirsgirêka kêmbûna nan nemaye

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser dibêje, ew her roj 14,000 ton ard didin firinan û pirsgirêka kêmbûna nan nemaye.

Hevserokê Ofîsa Firinan li Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê,  Kerîm Îdan ragihand, ew ard didin 658 firneyan ku 15 milyon û 260 hezar rebte nan çêdikin.

Îdan got, ard li gorî hejmara xelkê li ser firinên navçeyên Rêveberiya Xweser tê parvekirin.

Hevserokê Ofîsa Firinan li Rêveberiya Xweser diyar kir, nanê tê çêkirin têra xelkê dike, lê hinek caran ji ber rewşa ewlekariyê xelk ji navçeyekê koçberî navçeyekî din dibin, ji ber wê yekê li hinek cihan pirsgirêka kêmbûna nan çêdibe, yan jî hinek kes hene nan dikirin û hişk dikin û wek Elef difiroşin.

Kerîm Îdan wiha got, “em bawer nakin ku kêmî di nan de hebe, lê pirsgirêkeke îdarî heye, wek li navçeyê sînorî yên ku şer lê çêdibe, ku rewşeke ne ewleh lê heye, xelkê wê koçber dibin û li navçeyên din hejmara xelkê zêde dibe, ji ber wê yekê divê careke din serjimêrî bê kirin da ku em hejmara xelkê û pêwîstiya wan ji nan re bizanin, û em nanê ji wan re pêwîst amade bikin. pirsgirêka din ew e ku cudahiyek di navbera nirxê nan û Elefê de heye, ku nan ji Elefê erzantire û hinek kes hene ku nan hişk dikin û wek Elef difroşin, Li gorî serjimêriya ku hatiye kirin, nanê ji bo xelê tê dayîn têra wan dike.”