Li Dîlokê 5 kes bi tohmeta firotina zêrên sexte hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şahinbey ser bi parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê ve hêzên ewlekariyê di operasyonekê de 5 kes bi tohmeta firotina zêrên sexte desteser kirin.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Fermanderiya Cendermeyan a Dîlokê ve hatiye belav kirin, tîmên wan li taxa Alaybey a girêdayî navçeya Şahinbey li ser agahiya ku hinek kes hewl didin 741 lîreyên zêr ên sexte bifiroşin, li navçeyê dest bi operasyonekê kirine.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di operasyonê de 5 kes bi tohmeta firotina zêrên sexte hatin desteserkirin.

Li gor zanyariyan di pişkinînan de tevî zêrên sexte hêzên cendirme dest danîne ser 25 gram metamfetamînê, 15 gram tilyak û teraziyeke hesas jî.

Hat ragihandin ku kesên destserkirî bo navenda ewlekariyê hatine birin û derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.