VÎDEOWALL - Kurdên Êzidî li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê
Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê derdora 85 hezar Kurdên Êzidî hebûn, ev hejmar sal bi sal hatiye guhertin û weke xwe nemaye, gundên wan vala bûne.
Li Efrîn, Hesekê, Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê û Serê Kaniyê derdora 60-70 gundên Kurdên Êzidî hene. Tê pêşbînîkirin ku li Rojavayê Kurdistanê niha ji 85 hezar Kurdên Êzidî tenê 10 hezar Kurdên Êzidî mane.
Li Serê Kaniyê berî 2011an 12 gundên Kurdên Êzidyan hebûn. 6 gund, ji sedî sed Êzidî bûn, 6 gundên din jî tevlihev bûn. Li bajarê Serê Kaniyê 50 malbatên Êzidî hebûn û bi giştî li gundan û bajêran jî 150 – 200 malbat hebûn.
Li herêma Efrînê berî êrîşa Tirkiyê û çekdaran, 35 hezar Kurdên Êzidî li 22 gundan dijiyan. Lê ji ber kiryarên çekdaran yên revandin, kuştin, fidiyê standin, sivakeytîkirina bi Kurdên Êzidî, ji sedî 90 ji wan koçber bûn, mal û halên xwe bicî hiştin. Niha 7 gund vala bûne û li 15 gundan xelk mane.
Tebaxa 2013, Cebhet El Nusre êrîşî Gundê Esediyê yê Êzdiyan kir. Di wê êrîşê de 2 birayên hev hatine kuştin. Talankirina malan, piştre koçkirinê dest pê kir.
Li navçeyên di bin kontrola Tirkiyê de, tu malbateke Êzidî nemaye, hemû koçberî Hesekê û Amûdê û deverên din bûn, beşek ji wan koçberî derveyî welat bûn.
Bi giştî li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê di navbera 250 – 300 hezar Êzîdî hebûn.
Di navbera 1990 – 2011an de ji sedî 50 Kurdên Êzidî koçber bûn û piştî 2011, ji sedî 50 ji Êzdiyên ku mabûn, ew jî koçber bûn. Niha tenê %20 - %25 ji Êzidiyan li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê mane, yên din hemû derketine.
Kurdên Êzidî di serdemê Hikûmeta Sûriyê de
Hikûmeta Sûriyê bi tu awayekî îtîrafê bi ola Kurdên Êzidî nake û ola wan ji aliyê Hikûmetê ve nayê naskirin.
Weke nimûne, li dadgehê li gor şerîeta Îslamê têne zewicandin, ji xwe şehadeta wan jî li dadgehan qebûl nake û li dibistanan jî zarokên wan dersên ola Îslamê dixwînin.
Ji ber ola xwe ew ji gelek mafan bêpar mabûn û di yasaya Sûriyê de bi fermê weke pêkhateyeke olî nehatine naskirin. Gelek ji wan koçber bûn û niha li Ewropa dijîn.