DAIŞê 6 bijîşk kuşt

 

Dihok (Rûdaw)- DAIŞê li Mûsilê 6 bijîşkên ku, endamên rêxistina wan ên birîndar derman nekirin înfaz kir.

 

Berpisyarê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê Mûsilê Ismet Receb ji Rûdawê re ragihand ku duhî li Mûsilê DAIŞê 6 bijîşk kuştine û wiha got, “Raid Şakir, Said Cebar Wasîk, Kusay Felah, Luay Selman, Sabah Faris û Kemal Celal weke sûcdar hatin ragihandin.”

 

Hat zanîn duhî endamên rêxistina DAIŞê li Mûsilê 6 karsazên ku xûkî nedane wan revandine birine cihek ne diyar.

 

Hat diyar kirin ku DAIŞê ji meha hezîranê heta niha li herêman bi dess xist ji karsazan xûkiyê werdigiren.

 

Herwiha çekdarên rêxistine duhî du mamosteyên Zaningeha Mûsilê yên beşa hiqûke Dr. Semir Sultan û Dr. Muhsîn Cabir gulebaran kiribûn.