MELETÎ - Ji ber erdhejê li 21 dibistanan perwerde hat ragirtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Mestikana Jêra parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê ji ber erdheja doh li 21 dibistanan perwerde rojekê hat ragirtin.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Meletiyê di erdheja doh a li navçeyê de zerer gihiştiye hejmarek dibistanan û ji ber vê yekê roja înê li 21 dibistanan perwerde hatiye ragirtin.

Piştî erdheja li navçeya Mestikana Jêra Meletiyê 17ê Çiriya Pêşînê li parêzgeha Sêwazê jî du erdhej çêbûn ku pileyên wan 4,7 û 4,1 bûn.

Her wiha li gorî amarên AFADê di nav du rojan de 200 erdhejên paşekî çêbûne ku ya herî mezin 3.3 pile bûye.