DEM Partiyê daxuyanî belav kir: Demîrtaş li ser 'pêvajoyê' çi got?

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari çûn dîtina hevserokê berê HDPyê Selahattîn Demîrtaş.

Demeke dîsa pêvajoya çareseriyê rojeva siyasî ya Tirkiyeyê diyar dike. 

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogûllari çûn Girtîgeha Tîpa Fya Edîrneyê.

Bakirhan û Hatimogullari bi Selahattîn Demîrtaş û hevserokê berê yê Şaredariya Amedê Selçuk Mizrakli re civiyan.

DEM Partiyê li ser ziyareta Tuncer Bakirhan, Tulay Hatimogullari û Selahattîn Demîrtaş daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku tenduristiya Demîrtaş baş e û moralê wî jî bilind e.

“Divê tecrîda li ser Îmraliyê rabe”

Di daxuyaniyê de DEM Partiyê wiha hat gotin:

“Me rêhevalên xwe yên dîl pir baş dîtin. Hevalên me yên li girtîgehê tekez kir ku polîtîkaya partiya me erênî dibînin û piştgirî da.

Wan destnîşan kir ku ew û girtiyên din ên siyasî amade ne ku ji bo aştiyeke bi rûmet hemû alîkariyê bikin.

Hat ragihandin ku di derbarê pêvajoyê de heta niha ti gav nehatine avêtin û divê di vî warî de gavên berbiçav bên avêtin.

Bi taybetî diyar kir ku rêya herî girîng û bingehîn a destpêkirina pêvajoyê rakirina tecrîda li ser Îmraliyê ye.

Ji ber vê yekê gotin divê tecrîd wekî rojeveke girîng bê nirxandin.”

Ozgur Ozel jî dê biçe dîtina Demîrtaş

Li gorî zanyariyan civîna Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan a bi Selahattîn Demîrtaş re 4 saetan berdewam kiriye.

Li aliyê din Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel ji Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê xwestiye ku biçe hevdîtina Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş lê Wezaretê heta niha ti bersiv nedane.

Tê çaverêkirin ku Ozgur Ozel hefteya bê biçe hevdîtina Selahattîn Demîrtaş.