Nasnameyên 2 gerîlayan hatin eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê nasnameyên 2 gerîlayan eşkere kirin.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê da zanîn ku gerîlayên bi nasnavên Berfîn Roj û Têkoşîn Dilgeş 30ê Çiriya Paşîn a 2023yan li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de amaje pê hat kirin ku her du gerîlayan di êrişeke Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye û hat gotin:

“Em soz dikin ku em dê têkoşîna wan bigihînin serkeftinê.”

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên her du gerîlayan wiha ne:

Berfîn Roj: Navê wê fermî Caize Selber e û ew ji Sêrta Bakurê Kurdistanê ye.

Têkoşîn Dilgeş: Navê wê fermî Şîrvan Ulaş e û ew ji Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ye, li Amedê hatiye dinyayê.

Li gorî daxuyaniyê, Berfîn Roj sala 1999an tev li refên gerîlayan bûye û li Behdînanê fermandar bûye.

Têkoşîn Dilgeşê jî sala 1998an berê xwe daye çiyayên Kurdistanê û piştî Dêrsimê derbasî Başûrê Kurdistanê bûye.