Li Rihayê pevçûna malbatan: 5 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xelîliyê ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanêve, di şerê du malbatan de 5 kes birîndar bûn.

Li Taxa Yenişehirê ya Xelîliyê, îro 17ê Cotmehê di navbera du malbatên ku pêştir pirsgirêk wan hebûn bi dar û kêran şerê hev kirin. Di encama bûyerê de 5 kes bi dar û kêran birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin veguhestin. 5 birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyên cuda yên Rihayê hatin veguhestin.

Polîs li cihê bûyerê û li nexweşxaneyên ku birîndar hatin veguhestin tedbîrên ewlehiyê wergirtin.