Axa gund firot; gundiyan qebûl nekir û şer derket

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundekî navçeya Bismilê ya parêzgeha Amed a Bakurê Kurdistanê di navbera gundiyan û xizmên axayê gund de şer derket û 3 kes birîndar bûn.

Li gundê Sînan ê navçeya Bismilê di navbera gundiyan de şer derket. Di şer de kevir, dar û çek hatine bikaranîn û di encam de 3 kes birîndar bûne.

Dîmenên bûyerê bi telefonên destan hatine qeydkirin û li ser torên civakî hatine belavkirin.

Li gorî nûçeya Bismil Haberê, li wî gundî di navbera gundiyan û xizmên axayê gund de nîqaş derketiye. Nîqaşa navbera wan kesan mezin dibe û bi hev re şer dikin.

Li gor agahiyan, xizmên axayê gund gule berdane û di encamê de 3 kes birîndar bûne.

Di medyayê de li ser sedema bûyerê tê gotin, axayê gund hin zeviyên gund firotine kesên ku li gund najîn û ji ber wê yekê jî gundiyan nerazîbûn nîşan daye.

Hatiye îdiakirin ku gundiyan nexwestine zeviyên di destê xwe de bidin malikên nû (xwediyên nû yên zeviyan) û ji ber wê yekê di navbera her du aliyan de şer derketiye.

Di vê navberê de cendirmeyek ku li ser îxbarê çûbû herêmê, di pevçûna ku derket de bi kevir ji serê xwe birîndar bû.