Bijîşkên Almanî alîkariyê dişînin Rojavayê Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmarek bijîşkên Almanî ji bo Rojavayê Kurdistanê bi bihayê nêzikî nîv milyon Euro kelûpelên pizîşkî kom kirine û dê ji Başurê Kurdistanê bi riya deriyê sînor bişinin Rojava. Endamê Serokatiya Rêxstina International Emergency Help Dr. Constantin Ruck got “Em dê vê hefteyê kelûpelên bijîşkî derbasî Rojavayê Kurdistanê bikin.”

Bijîşkên Almanî di bin Rêxstina International Emergency Help de ji bo Rojavayê Kurdistanê nêzikî 500 hezar Euro alîkarî kom kirine.

Rêxstina International Emergency Help ragihand kelûpelên bijîşkî yên ku ji amûrên pêşketî, kursiyên kesên xwedî pêdiviyên taybet, keresteyên ribirûbûna Coronayê pêk tên ji bo derbasî Rojavayê Kurdistanê bikin, gihandine Hewlêrê.

Endamê Serokatiya Rêxstina International Emergency Help Dr. Constantin Ruck beşdarî bultena Rûdawê ya taybet bo Rojava bû û di derbarê alîkariya ku ji bo Rojavayê Kurdistanê kom kirine axivî.

Dr. Constantin Ruck da zanîn ku wan gelek kelûpelên bizîşkî kom kirine û ji aliyê artêşa Almanyayê ve jî hatiye pêşkêşkirin û alikariya hatiye komkirin û got “Em dê di vê hefteyê de destpê bikin ku vê alîkarî ji bo Rojavayê Kuridstanê bişînin.”

Constantin Ruck got “Em dê van kelûpelên pizîşkî bişînin Amûdê û ji wê derê li navçeyên Rojavayên Kurdistanê belav bikin.”

Herwiha Dr. Ruck tekez kir ku yek ji damezirînerê Rêxstina International Emergency Helpê Kurd e û wan gelek caran alîkariya Rojavayê Kurdistanê kirine û hewl didin alîkariyên xwe berdewam bikin.