Nêçîrvan Barzanî: Bila em li gor şîretên Pêxember ji bo paşerojeke baştir a mirovahiyê kar bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya bîranîna jidayikbûna Pêxemberê Îslamê peyamek belav kir û ragihand, bila ev helkeft bibe sedema komkirina hemû aliyan û hemû li ser bingeha rênimayî û şîret û bihayên bilind ên pêxember, ji bo pêkvejiyan û lêborînî û ji bo niha û paşerojeke baştir a mirovayetiyê kar bikin.

Nêçîrvan Barzanî di vê peyama xwe de pîrozbahiya vê helkeftê li misilmanan kiriye û gotiye, “Hêvîdarim ev bîranîna pîroz xêr û xweşî û bexteweriyê ji bo tevahiya mirovayetiyê li gel xwe bîne û bibe handerek ji bo me hemûyan ku ruh û giyanê xweşdiviyê û tifaq û dilovaniyê di nava me bixwe û derdor û me hemûyan de bihêztir bike.”

Di beşeke din a peyama xwe de, Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, “Bila di vê bîranînê de başî û mirovayetî û peyrewkirina peyama aştîxwazane û mirovdostî û mirovperweriya hezretê pêxember me kom bike û em hemû li ser bingeha rênimayî û şîret û bihayên bilind, ji bo pêkvejiyan û lêborînî û ji bo niha û paşerojeke baştir a mirovayetiyê kar bikin.”

Peyama Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê:

Di bîranîna ji dayikbûna pêşewa û pêxemberê mezinê Îslamê da Hezretê Mihemed (Silavên Xwedê li ser bin), germtirîn pîrozbahiyê li hemû misilmanên li Kurdistan, Iraq û tevahiya cîhanê û mirovayetiyê dikim.

Hêvîdarim ev bîranîna pîroz xêr û xweşî û bexteweriyê ji bo tevahiya mirovayetiyê li gel xwe bîne û bibe handerek ji bo me hemûyan ku ruh û giyanê xweşdiviyê û aştevayî û dilovaniyê di nav me bixwe û derdor û me tevan de bihêztir bike.

Bila di vê bîranînê de başî û mirovayetî û peyrewkirina peyama aştîxwazane û mirovdostî û mirovperweriya hezretê pêxember me kom bike û em hemû li ser bingeha rênimayî û şîret û bihayên bilind ên wî, ji bo pêkvejiyan û lêborînî û ji bo niha û paşerojeke baştir ya mirovayetiyê kar bikin.

Ev bîranîn li hemû aliyekî pîroz be û hemû salek bi xêr û xweşî.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

17.10.2021