Kurdan li Urmiyê li dijî bikaranîna zimanê Azerî di encûmena bajêr de serlêdana fermî kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Pirsa zimanê axaftinê di civînên fermî yên Encûmena Bajarê Urmiyê de bûye pirsgirêkek mezin li vî bajarî û bi armanca çareserkirinê, ew pirsgirêk ji qaymeqamiya wî bajarî re hatiye şandin û wê biryara dawiyê li ser wê mijarê bide.

Pirsgirêka zimanê axaftinê di civînên Encûmena Bajarê Urmiyê de piştî vê yekê derkete hole, ku endamên Azerî yên encûmenê amade nebûn bi zimanê Farsî biaxivin û di civînên fermî bi zimanê Azerî diaxivîn, ku ev yek rastî bertek û nerazîbûna endamên Kurd ên encûmena vî bajarî hatiye.

Endamîn Kurd ên encûmenê daxwaza jêbirina zimanê Azerî di civînên Encûmena Bajarê Urmiyê de kirine û xwestine, ku di civînên fermî de axaftin bi zimanê Farsî be, ku zimanê fermî yê seranserê Îranê ye.

Ji ber ku endamên Azerî yên encûmenê guh nadin daxwaza endamên Kurd, wan ew pirs biriye Qaymeqamiyê Urmiyê daku biryarê li ser vê pirsgirêkê bide.

Endamekî Azerî yê Desteya Serokatiya Encûmena Urmiyê dibêje, qaymeqamî her biryarekê bide, ew dê pêbend bin.

Berdevkê Encûmena Bajarê Urmiyê, Husên Penahî ku kesekî Azerî ye, di vê derbarê de dibêje: “Li hemû bajaran di civînên encûmenên bajaran de, bi zimanê xwecihî yê xelkê axaftin tên kirin. Em jî weke Desteya Serokatiya Encûmenê dibêjin, di wan bîst salan de ku encûmen hatine avakirin, ji destpêkê ve heta niha di di civînên encûmenê de axaftin bi Azerî bûne. Beşek ji wan kesên ku niha wan behsan dikin, şeş sal e ku bi vî awayî kar dikin, niha çi qewimiye ku vê daxwazê dikin.”

Husên Penahî diyar kir:“Me ji wan re got ku bi fermî daxwaz bikin, wan hevalan jî bi fermî daxwaz kirine û piştî nirxandina di desteya serokatiyê de, me ev daxwaz bire civîna giştî ya encûmenê û me nerîna herdu aliyan kire belgename û em vê heftiyê ji qaymeqamiyetê re dişînin, û li vê derê her biryar were dayîn, em dê pabendî vê bin.”

Ji 11 endamên Encûmena Bajarê Urmiyê, 7 kes Azerî û 4 jî Kurd in.

Li gorî destûra Îranê, divê di civînên fermî de axaftin bi zimanê Farsî bin, lê ji dema damezrandina Encûmena Bajarê Urmiyê ve, di hemû civînan de axaftin bi zimanê Azerî bûye.

Bajarê Urmiyê yek ji parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê ye û Kurd û Azerî du pêkhetyên sereke yên wê parêzgehê ne. Li Urmiyê herwiha rêjeyeke biçûk ji pêkhateya Aşûrî jî dijîn.

Li gel wê çendê ku Kurd nifûsa herî zêde li bajarê Urmiyê pêk tînin, lê belê rêveberiya bajêr bi giştî di destê Azeriyan de ye û hikûmeta Îranê jî piştgiriya wan dike.