Nêçîrvan Barzanî: Em banga rawestandina şer dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî ragihand ku pêşhatên dawî metirsiyeke cidî derbarê serîhildana DAIŞê de pêk tînin û herwiha got, “Em weke Herêma Kurdistanê careke din banga rawestandina şer dikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nîgeraniyên xwe derbarê rewşa mirovî û egera koçberbûna xelkê Rojavayê Kurdistanê derbirîn û ragihand ku pêşhatên dawîn metirsiyeke cidî li ser serîhildana DAIŞê pêk tîne, ew jî metirsiyeke rasteqînî ya cidî ye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian kir û piştî civînê konferanseke rojnamevaniyê y hevbeş hat saz kirin.

Di wê konferansa rojnamevanî de Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê kir ku serdana wezîrê fransî di vê heyama aloz de ji bo wan weke piştevaniyekê û nîşana girîngîpêdana Fransayê bo Herêma Kurdistanê dibînin.

Serokê Herêma Kurdistaê aşkere kir ku di civînê de rewşa Iraqê, diyaloga di navbera Hewlêr û Bexdayê de, pêşeroja proseya siyasî li welat û mijarên emnî û seqamgiriyê hatine gotibûjkirin. Herwiha rewşa Sûriyê û operasyona li dijî bakur rojhilatê Sûriyê mijarên civîna me bûn.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha got, “Em di derbarê rewşa mirovî ya li herêmê, koçberiya xelkê herêmê û taybetî jî beşdariya grûpên tundrew di êrişa leşkerî de, em nîgeran in. Li aliyê din pêşhateyên heyî bingeheke cidî bo jinûve zindîbûna DAIŞê pêk tîne ku ev jî rewşê ber bi kaosê ve dibe. Em di wê baweriyê de ne ku rewşa li herêmê, erkekê dide civaka navdewletî ku şerê li Sûriyê rawestîne û çareseriyeke siyasî bibîne. Em amade ne ji bo aramî, seqamgirî û çareseriya pirsgirêkan bi rêbazên aştî, çi bikeve ser ilê me bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê spasiyên xwe ji bo hikûmeta Fransayê û Serokomarê Fransayê pêşkêş kirin bo ku di rojên herî teng de alîkariya Herêma Kurdistanê kirine û got, “Di şerê li dijî DAIŞê de Fransayê alîkariyeke zêde da Herêma Kurdistanê û Iraqê û herwiha bû alîkar di pêşxistina diyaloga di navbera Hewlêr û Bexdayê de.”

Piştî Serokê Herêma Kurdistanê, Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Ives Le Drian gotarek pêşkêş kir û bibîr xist ku ev 7mîn serdana wî ye bo Herêma Kurdistanê ye û got, “Ez ji bo gihandina peyama Serok Macron a dostayetiyê û piştevaniya wî ya bo birayên me yên Kurdan hatime vê derê.”

Jean-Ives Le Drian herwiha ragihand ku êrişa Tirkiyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê û vekişîna hêzên amerîkî ji Rojava bûye sedema alozbûn û neseqamgiriya navçeyê û diyar kir, “Ev rewş asayîşa Fransayê jî dixe metirsiyê. Eger wiha be, encamên wê têkoşîna heyama 5 salan dê çi jê bên? Metirsiya DAIŞê li navçeyê berdewam dike.”

Wezîrê Derve yê Fransayê tekez kir ku pêwîst e hêzên hevpeyman kom bibin û rewşê nîqaş bikin û diyar kir, “Sedemên avabûna hevpeymanê berdewam dikin. 28 welatên Ewropayê jî piştevaniya vê nêrînê dikin. Li bakurê Sûriyê 12 hezar endamên rêxistineke terorî ya tundrew hene. Ji van hezar û 200 biyanî ne. Eger em malbatên wan jî bibêjin, nêzikî 40 hezar kesan e û ev metirsiyeke cidî heye.”

Wezîrê Fransî derbarê hevdîtonê li Bexdayê jî got ku derbarê dadgehkirina çekdarên DAIŞê de wan gotûbêj pêk anîne û herwiha got ku ji bo koçberên Rojavayê Kurdistanê ku ji ber êrişên DAIŞê koçber dibin bo Herêma Kurdistanê, ew dê alîkriya Herêma Kurdistanê bikin.

Wezîrê Derve yê Fransayê, Jean-Yves Le Drian îro di çarçoveya serdaneke fermî de gihîşte Hewlêrê.

Jean-Yves Le Drian li Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê ji aliyê Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî ve hate pêşwazîkirin.

Naveroka axaftina Wezîrê Derve yê Fransayê

Zor spas berêz serok, dostê delal Nêçîrvan Barzanî, beşdarên birêz

Ev heftemîn serdana min e bo Hewlêrê, her car jî pir kêfxweş dibim. 3 caran wek wezîrê berevaniyê, 4 caran jî wekî wezîrê derve yê Fransayê. Em îşev hatine vir, sibehê û nîvro jî li Bexdadê bûm, di serî de ji bo ku nameyeke dostaniyê û dilsoziyê  bigihînin we bi xwe lê bo hemû birayên me yên Kurd ji serok Macron û ji Fransyê. Weke min got, ez 7 caran hatime, hin caran xweşî bû, hin caran xweştirbû, lê hin caran jî alozî û metirsî hebûn. Û îro em di rewşeke metirsiyê de ne. Em di rewşa metirsiyê de ne bo ewlehiya Kurdistanê, bo ewlehiya Îraqê û herwiha bo ewlehiya Fransayê ji ber ku êrîşa Tirkiyê li derveyî sînorê li Rojava, û vekişîna Amerîka ji Sûriyê îro rewşeke nearamiyê xuliqandiye û rê dide Daişê ku ji nû ve serîhilde û em pirsa encamên 5 salan ji hewlên me yên hevbeş di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de. Bi rastî em gihane rewşeke cihê dilgiraniyê û necîgîr bo navçeyê, û ez hatime di vî warî de piştevaniya me nîşanbidim. Rastiya ku bo me hevbeş e sal bi sal ew e ku Daiş nemiriye. Heta ku Xîlafet wekî cografiya hatibe jinavbirin, Daiş hîn jî karê xwe didomîne û tişta ku îro li bakurê rojhilatê Sûriyê rû dide derfetê dide wê ku ji nû ve serî hilde, lewma ez vê yekê ji ragihandinê re jî dibêjim, me bi hev re li vir û li bexdadê jî tevahiya rewşê nirxand. Di serî de da ku careke din bêjin ku girîng e Hevpeymaniya Navdewletî bicive, em hevparê hevin li Hevpeymaniyê û dive Hevpeymanî rewşê binirxîne.

Me bi 30 welatî destpê kir, Fransa duyem beşdar bû, û îro du welatê Hevpeymaniyê karekî dikin ku berê nehatiyê gotûbêjkirin û guncave û bi rastî hîn arman nehatiye cih û hokarên karê Hevpeymaniyê li dijî Daişê hîn hene lewma divê berdewam be. Eger Amerîkî erênî vê destpêşxeriyê werbigirin bi hêvî me herî zû bicive û dixwazim ji we re bêjim dostên hêja ku her 28 welatên endam li Yekîtiya Ewropa daxwaza lidarxistina civîna Hevpeymaniyê kirine çimkî li wir divê hemû mijar bên baskirin, di nav de jî mijara terorîstên girtî li zindan û kampên bakurê rojavayê Sûriyê. Hin caran em jibîr dikin bêjin ku ew bêhtirî 13 hezar kes in. Ew çekdarên ji 72 welatan in, 2200 biyanî ne, li gel wan malbatên ku ser bi Daişê ve ne dibine 40 hezar kes. Ev mijareke mezin e.

Herwiha ew çekdar û hêzên daişê yên nehênî li Îraqê hene, wate rewş metirsîdar e. Wate divê em li ser biaxivin. Lewma em dibînin ku divê Hevpeymaniya Navdewletî karê xwe bidomîne. Herwiha îro me behsa rêkarên ewlehiyê kir ku divê bên kirin da ku piştrastbin  ji girtina wan terorîstên li bakurê rojhilatê Sûriyê ne. ew aramî û ewlehî li gor zanyariyên me heta niha peydakirî ne û berdewamiya wê jî berpirsiyariya Hevpeymaniyê ye. herwiha me behsa metodan kir ku em bigihin hevkariyeke yasayî guncav da ku ev terorîst bê sizadan nemînin. Em li ser lojîkê lihev in divê niha em  cîbicî bikin. Di dawî de, di gotûbêjên me de, me behsa rewşa mirovî kir ji ber ku ev welat niha aram bûye lê di destpêka oktoberê de rastî aloziyê hatibû piştî jinavbirina Daişê lê dise metirsiya neramiyê heye bi taybet li gel metirsiya hatina koçberan ku destpê kiriye, divê em vê li ber çavan bigirin, lewma behsa vê tirsê hat kirin û di vê em hevkariya xwe ya mirovî zêde bikin, lewma Fransa dê 10 milyon euro terxan bike wekî alîkariya mirovî bo tevahiya herêmê ji ber ku girîng e. beşdarên berêz ev bûn mijarên ku hatin behskirin û careke din dostanî û piştevaniya xwe bo berêz Nêçêrvan û tevahiya gelê Kurd li herêmê tînim zimên. Zor spas.