Endamê Kongreya Amerîkayê Heşda Şeibî şermezar kir

Washington (Rûdaw) - Endamê Kongreya Amerîkayê Trent Franks tundûtûjiya li Kerkûkê şermezar dike û daxwaz ji rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump dike, ku Kurdan biparêze û rê nede Iranê bandora xwe li bike.

 

Endamê Kongreya Amerîkayê Trent Franks daxuyaniyeke da û têde behsa  êrişa Kerkûkê ya ji aliyê Heşda Şeibî û hêzên Iraqê ya bi piştevaniya Supaya Pasdarên Îranê ve hatiye encamdan kir.

 

Trent Franks eşkere kir, ku Heşda Şeibî rengê xwe yê rasteqîne nîşan da û ew ne ligel aramiya hemû Iraqê û rojhilatê navîn in, û “ew leşkerên rêjîmeke gendel in li Tehranê ne” û dixwazin heyva Şîe ava bikin.

 

Franks di beşekî din a daxuyaniya xwe de dibêje, tedbîrên me ji bo nehiştina aloziyan hebû û divê Amerîka li hemberî hevpeymanên xwe yên dilsoz xemsar nebe ku ew jî Kurd in û pêwîst e rêz li xwesteka dostên me yên dilsoz were girtin, ku biryarê li ser çarenivîsa xwe didin.

 

Endamê Kongreya Amerîkayê herweha destnîşan kir ku dema Amerîka serxwebûna xwe ji Birîtaniya wergirt, wê demê berpirsên cîhanê ligel me hevsoz bûn, lewma divê Amerîka piştgiriya hewlên Kurdan ji bo serxwebûnê bike, ji ber ku di berjewendiya niştîmaniya Amerîka de ye.


Kongirêsmanê Amerîkî Trent Franks beriya niha projeyasayek derbarê Kurdistanê de pêşkêşî kongirêsa welatê xwe kir, ku têde daxwazê dike, Amerîka piştevaniya referandum û serxwebûna Herêma Kurdistanê bike.