Sîrwan Barzanî: Pêşmerge li Mexmûrê ne, bang li gel kir

Mexmûr (Rûdaw) – Serpireştê Mêhwera Mexmûr-Guwêr a Hêza Pêşmerge Sîrwan Barzanî ragihand, hêzên pêşmerge li navçeya Mexmûrê ne û bang li xelkê Mexmûrê kir, ku vegerin ser mal û cihên xwe.

 

Sîrwan Barzanî got: “Mixabin piraniya xelkê navçeya Mexmûrê vala kirine, lê belê her weke hûn jî dibînin pêşmerge li vir e. Herwiha hêzên Asayişê jî li Mexmûrê ne û em hêvîdarin ku xelk di demek nêzîk de vegere.”

 

Sîrwan Barzanî da xuyakirin, ku fermandeyên pêşmerge îro bi fermande û berpirsên artêşa Iraqê yên li Mûsilê re civiyane û li ser xeta temasê ya ku berî destpêkirina operasyona kontrolkirina Mûsilê di 17-10-2016ê de, di navbera hêzên pêşmerge û hêzên Iraqê de hebû, li hev kirine.

 

Serpireştê Mêhwera Mexmûr-Guwêr a Hêza Pêşmerge got: “Me îro civîneke berfireh li gel rayedarên hêzên Iraqê yên li Mûsilê kir û em hatin li ser wê rêkevtinê yak u di 16-10-2016ê de di navbera hêzên pêşmerge û hêzên Iraqê de hebû û ji wê derê ve pêşmerge ber bi Deşta Neynewatê ve çûbû. Hêzên iraqî heta ser wê xetê dikarin bihên û hêzên pêşmerge jî li cihên xwe bi hemahengiya li gel wan (hêzên iraqî) dê bimîne.”

 

Sîrwan Barzanî tekez kir, ku li navçeya Mexmûrê ne niha, ne di dema hatina DAIŞê de û ne jî berî DAIŞê ti pirsgirêk di navbera pêşmerge û hêzên Iraqê de nebûye  û niha jî hin hêzên iraqî li navçeyê hene, ku pêştir jî hebûn ku pir nêzîkî hev in jî.

 

Fermande Sîrwan Barzanî amaje bi rewşa Kerkûkû jî kir û da xuyakirin:  “Mixabin ewa ku li Kerkûkê hinek kesan kir, xelk nê hêvî bû û pêşmerge jî neçar bû ku vekişe û li wan navçeyan ferman nebû ku şer bike. Peyama serkirdatiya me ya leşkerî ev bû ku aştî û aramiyê biparêzin û teqeyê nekin. Peyama me, peyama aştiyê ye, bi qasî ku em bikarin.”

 

Barzanî derbarê wê yekê: “Hemû mêhweran li xwe digire, ne tenê mêhwera me mêhwera 6, belku mêhwera 7 û 8 jî li xwe digire bi hemahengiyê. Me ji wan re gotiye ku bê hemahengî nabe.”

 

Li ser dengoyên hebûna hêzên Heşda Şeibî li nêzîkî sînorê Mexmûrê û derdora wê jî, Serpireştê Mêhwera Mexmûr-Guwêr a Hêza Pêşmerge diyar kir, ti hêzên Heşdê li wê sînorê nînin û got, ku di civîna me ya îro de ya li gel berpirsên artêşa Iraqê de ku 3 heta 4 saetan dom kir, ti behsa hêzên Heşda Şeibî nehate kirin û di civînê tenê rayedarên artêşê beşdar bûn.

 

Sîrwan Barzanî herwiha daxwaz ji xelkê Mexmûrê û Kurdistanê kir, ku weke hemû caran xweragir bin, her weke ku di şerê DAIŞê de û pêştir jî ji ber wan zulmên ku dîtine, xweragir bûne û ew berxwedanî jî cihê pêzanînê ye.

 

Barzanî herwiha got: “Tişta ku niha çê bûye, şaşiyek heye,  hin kesan ji wê rêkevtina ku kiribûn, derketine. Mixabin, tiştekî nexweş e dîrokî ye, lê belê ez di wê baweriyê de me ku piştî referandumê, asta meseleya Kurd çûye qonaxeke din, weke meseleyek mirovî û ewlehî nemaye. Bixwazin an nexwazin, an xelkek piştgiriya me bike yan neke, (ew miajr) çûye Encumena Asayişa Navdewletî û Netewên Yekbûyî.  Ew ku niha hat kirin, tiştekî navdewletî bû bi rastî, mixabin. Hêviya min gelek bilind e, em weke gelê Kurdistanê tiştên ji wê xirabitir hatine serê me, bila gelê Kurdistanê li ber xwe bidin û baş jî hatine pêş, înşalah tiştên xweştir û baştir dê di demên nêzîzk de bigihîjin destê me.”