Heşda Şeibî malên Kurdan li Xurmatoyê dişewitîne û talan dike

Xurmato (Rûdaw) – Piştî derbasbûna 2 rojan li ser kontrolkirina Xuramto ji aliyê Heşda Şeibî û artêşa Iraqê ve, wan hêzan dest bi cezakirina xelkê vê navçeya Kurdistanî kirine.

 

Li gorî agahiyan, cezakirina xelkê Xurmatoyê tenê bi derkirina wan li bajêr û îşkencekirina wan bi dawî nebûye, belku niha hêzên artêşa Iraqê û Heşda Şeibî dest bi şewitandina malên kurdan û ew cihên ku nîşaneya kurdan lê be, kirine.

 

Welatiyekî Kurd ê xelkê Xurmatoyê bi rêya telefonê ji Rûdawê re ragihand: “Em Kurd, ji ber ku moralê me têk çû, wî xelkî malên xwe terikandin, li taxên kurdî hemû malên kurdan talan kirin û bar kirin û birin.”

 

Berpirsê Melbenda 16 a Hemrînê ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Xurmatoyê, Mela Kerîm Şukur di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Her çend niha em li derveyî Xurmatoyê ne, lê belê çekdarên Heşda Şeibî diçin ser malên Kurdan û piştî talankirinê, wan dişewitînin.”

 

Rêveberê Asayişa Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Xurmatoyê, Eqîd Kawe Mela Perwîz li ser heman mijarê ji Rûdaêw re got: “Talankirin û şewitandina malên kurdan li Xurmatoyê piranî li taxên Eskerî, Komar, Birayetî û Cemîleyê bûye.”

 

Welatiyekî din ê Xurmatoyê jî behsa şewitnadin û talankirina malên welatiyên Kurd ên vê navçeyê ji aliyê çekdarên Heşda Şeibî û hêzên artêşa Iraqê ve dike û dibêje: “Taxên Kurdî gelek in, bi taybet taxa Rizgarî şewitandin. Malên kurdan û bi taybet ewên ku din şer de yan di medyayan de û li ser ekrana Rûdawê derdiketin û xuya bûn, malên wan talan kirin û şewitandin.”

 

Hevwelatiyên Xurmatoyê behsa wê dikin ku Heşda Şeibî dixwaze hemû şûnwarekî Kurdbûnê li Xurmatoyê nelêlin û tirsê li cem rûniştvanên Kurd ên Xurmatoyê çê bikin, daku nevegerin navçeyê û ewên ku mane jî, navçeyê vala bikin.

 

Duşemî 16-10-2017ê ji ber vekişîna beşek ji hêzên Pêşmerge, Heşda Şeibî û hêzên iraqî çûne nava Xurmatoyê û dest danîne ser hemû saziyên vê navçeyê.

 

Qeza Xurmato ser bi parêzgeha Selahedîn ve ye û nêzîkî 100 kîlometran ji navenda parêzgehê dûr e, hejmara nîştecihên wê nêzîkî 220 hezar kesan dibe.

 

Xelkê navçeya Xurmatoyê ji sedî 55 Kurd in, ji sedî 15 û ji sedî 30 tirkmen in.