Jineke Wanî bû bûka Koreya Başûr

Hewlêr (Rûdaw) – Jineke ji Wana Bakurê Kurdistanê bi mêrekî ji Koreya Başûr re zewicî.

Heta niha gelek nimûneyên zewaca kurên ji bajarên cuda yên Bakurê Kurdistanê bi keçên ji welat û neteweyên din re çêbûne.

Lê vê carê keçeke Wanî bi kurekî Koreyî re zewicî.

Muazzez beriya niha bi du salan ji bo xwendina zanîngehê çûye Koreya Başûr û li wir Park Jong-wook nas kiriye, jê hez kiriye û wan biryara zewacê daye.

“Destpêkê malbata min razî nebû”

Muazzez Îşliyenê wiha behsa hevnasîna xwe û Park Jong-wook kir:

“Destpêkê em wekî du hevalan bûn lê piştre me dil ket hev.

Piştî wê ez bi malbata xwe re axivîm û ew jî bi malbata xwe re axivî.

Destpêkê malbata min razî nebû, ji ber ku ew ji welatekî din bû ji wan re xerîb dihat.

Lê piştre hevjînê min û malbata xwe hatin vir malbata min ew nas kirin û razî bûn.”

Zavayê ji Koreya Başûr ji bo ku bi vê keça Wanî re bizewice dînê xwe guhertiye û bûye Misilman.

“Ez piştrast bûm ku Misilman e, min qebûl kir”

Senem Îşliyena dayîka bûkê wiha behsa pêvajoya razîbûna xwe kir:

“Di her karî de min her tim piştgirî daye keça xwe.

Dema destpêkê min bihîst ez dudilî bûm lê piştre me ew nas kir û ez piştrast bûm ku Misilman e min qebûl kir û ez her tim piştîvana keça xwe me, ez pê kêfxweş im.”

Li ser daxwaza bavê bûkê şahiya hinê li gorî çanda herêmê li Wanê hat kirin.

Lê dê dawetek jî li gorî çanda mala bavê zavê li Koreya Başûr bê kirin.