Li Silêmaniyê di malekê de TNT teqiya

Hewlêr (Rûdaw) - Li taxa Kaniya Kurdan a Silêmaniyê di mala efserekî malnişîn ê Wezareta Pêşmergeyan de teqînek çêbû.

Di encama teqînê de efserê malnişînê Wezareta Pêşmergeyan canê xwe ji dest da.

Nûçegihanê Rûdawê Pêşewa Bextiyar diyar kir ku hezên ewlêhiyê ji Rûdawê re ragihand:

“Teqîn di mala efserekî malnişîn ê Wezareta Pêşmergeyan de çêbûye, xwediyê malê ji ber teqînê canê xwe ji dest daye.”

Li gorî zanyariyên Rûdawê, kesê ku canê xwe ji dest daye sala 1967an ji dayîk bûye.

Wî dema ku dixwest ji bo masîgiriyê TNTyê amade bike TNT pê de teqiyaye.

Pêşewa Bextiyar ragihand ku hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê dest bi lêkolînê kiriye.