Li Rihayê TIR û otomobîlek li hev qelibîn: 5 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek ji paş ve li TIRê qelibî û 5 kesên di otomobîlê de birîndar bûn.

Otomobîla ku nasnameya şofêrê wê nediyar e, li ser rêya Riha û Dîlokê ji paş ve li TIRê qelibî.

Di qezayê da 5 kesên di otomobîlê de birîndar bûn.

Ekîbên Tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar birin nexweşxaneyên li bajêr.