Parêzgariya Colemêrgê ji bo rêgirtina li beşdarbûna Meşa Cûdî qedexe ragihand

Hewlêr (Rûdaw) - Bi organîzeya çend partî û rêxistinên Kurdî, bi armanca protestokirina birrîna daran îro 17ê Îlona 2022ê ji deverên cuda meşek bo Çiyayê Cûdî yê parêzgeha Şirnexê tê kirin. Parlamenterê Şirnexê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huseyîn Kaçmaz jî ji Rûdawê re ragihand ku tevî hemû rêgirtin û qedexeyan ew dê îro çalakiya xwe ya meşê pêk bînin û got, beşdarvan ji parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji doh ve ketine rê daku beşdarî çalakiyê bibin.

Lê rayedarên Tirkiyê bi qedexeyan hewil didin rê li ber wê meşê bigirin û parêzgariya Colemêrgê ragihand ku heta 18ê Îlonê çûn û hatina kesên guman heye bikom beşdarî çalakiya Cûdî bibin hatiye qedexekirin û rê nayê dayîn ku ji wê parêzgehê bi otomobîlên xwe ji bajar derbikevin. Parêzgariya Şirnexê jî hemû çalakî li wê parêzgehê bo dema 15 rojan qedexe kiribûn.

Ev demeke dirêj e ku dar û daristanên parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê tên talankirin û rewş gihiştiye asteke metirsîdar. Bi taybetî li Çiyayê Cûdî, Çiyayê Gebar û herêma Bestayê ya Şirnexê 2 sal in bi awayekî sîstematîk dar tên birrîn.

Kongereya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, dê dijî birîna daristanê îro 17ê Îlonê ji parêzgeh û navçeyên cuda yên Bakurê Kurdistanî bi dirûşma “Li hemberî şer û talankirina xwezayê em dimeşin” meşekê bo Çiyayê Cûdî bikin.

Ev çalakî di demekê de ye Parêzgariya Şirnexê çend roj berê bi biryarekê hemû cor meş, çalakî û xwepêşandan li sînorê wê parêzgehê di navbera 13ê Îlonê heta 27ê Îlonê de qedexe kiribûn.

Parêzgariya Colemêrgê jî ji bo rê li ber xelkê wê parêzgehê bigire daku beşdarî çalakiya meşê nebin doh 16ê Îlona 2022ê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku serdana kesên guman heye bikom beşdarî çalakiya meşa Cudî bibin bo dema sê rojan ji demjimêr 00.01ê 16ê Îlona 2022ê heta 18ê Îlona heman salê demjimêr 23.59 hatiye qedexekirin.

Parêzgariya navborî herwiha dibêje wan nirxandin kirine ku dê gelek kes li Colemêrgê beşdarî meşa cudî bibin û her ji ber vê yekê ew qedexe ragihandine. Di çarçoveya wê qedexeyê de welatiyên gumana beşdarbûna çalakiyê ji wan bê kirin, dê nikaribin bi otomobîlên xwe ji parêzgehê derkevin.

Parlamenterê Şirnexê yê  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huseyîn Kaçmaz îro 17ê Îlona 2022ê derbarê çalakiya meşa Cûdî û qedexeyan de ji Rûdawê re axivî.

Kaçmaz amaje bi wê yekê da ku ji gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê endamên rêxistinên HDP, xwezahez û jîngeh dost ji doh ve ketine rê daku beşdar bibin û got: "Heta niha di rê de bo wan ti astengiyek nehatiye derxistin, lê em nizanin dibe ku dema bên  bo nav bajarê Şirnexê ji wan re astengî bên derxistin.”

Derbarê qedexe û rêgirtina rayederên Tirkiyê de li dijî çalakiya Cudî jî Huseyîn Kaçmaz got: “Me biryar daye, ew çiqas qedexe bikin jî em dê çalakiya xwe pêk bînin. Eger hêzên ewlekariyê midaxaleyî me jî bikin em li ser pêkanîna vê çalakiyê pêdagir in.”

Parlamenterê HDPê herwiya da zanîn ku îro derdora demjimêr 3-4 ew dê li Şirnexê ligel beşdarvanên çalakiyê kom bibin û dest bi meşa Cudî dbikin.

Li gor rapora Baroya Şirnexê di nav çend mehan de ji sedî 8ê daristanên Şirnexê kêm bûne. Rojane bi sedan ton dar tên birîn, li barhilgiran bar dikin û dibin bajarên Tirkiyê difroşin, îhaleya daran jî dane cerdevanan.

Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz berî mehekê derbarê birîna daran de ji Rûdawê re gotibû: “Eger wiha dewam bike û darên me wiha bên birîn heta çend salan xelkê vê derê nikarin nefesê jî bistînin. Qismek li milê Besta ji hêla cerdevanan ve tên birîn ku îhale dane cerdevanan. Li hinek deran jî dibêjin hûn herin daran bibirin û çi dikin bikin. Qismek jî didin leşkeran û gotine herin bibirin ji sedî 60 bo we ji sedî 40 bo me.”