Nêçîrvan Barzanî: Cihê şanaziyê ye Kurdek li Brîtanyayê dibe wezîr

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Perwerdehiyê yê Brîtanyayê Nedîm Zehawî ku eslê xwe Kurd e û nû dest bikar kiriye, civiyan û Nêçîrvan Barzanî got, “Cihê şanaziyê ye ku em dibînin ji bo cara yekem Kurdek li Brîtanyayê di warekî girîng de dibe wezîr.”

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, “Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê di postê wî yê nû d li birêz Zehawî kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û got, `Cihê şanaziye ku em dibînin ji bo cara yekem Kurdek li Brîtanyayê di warekî girîng de dibe wezîr û di gelek warên jiyana siyasî û kargêriyê da serdikevê.`”

Li gor daxuyaniyê, Serokê Herêma Kurdistanê, “girîngiya sûdwergirtina Herêma Kurdistanê di ezmûn û serkeftinên Brîtanyayê yên di warê perwerde û xwendinê da dûpat kir, bi taybetî jî di warê xwendina pîşeyî de ku ji bo Herêma Kurdistanê gelek pêwîst û girîng e.”

Di daxuyaniyê de hatiye, “Ji aliyê xwe ve birêz Nedîm Zehawî xweşhaliya xwe bi serdan û hevdîtina Serok Nêçîrvan Barzanî derbirî ku yekem şanda fermî ya derveyê Brîtanya ye piştî destbikarbûna wî wek Wezîrê Perwerdehiyê pêşwaziyê lê dike û li gel dicive.”

Herwiha Nedîm Zehawî “tekezî li ser amadehiya Brîtanya ya ji bo hevkariya li gel Herêma Kurdistan û Iraqê di warê perwerdehiyê de kir û ragihand Herêma Kurdistanê jî wekî welatên din ên Rojhilata Navîn, dikarê ji warê karên me yên hevbeş sûdmend bibe.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kiriye, “Danustandina bîr û ramanên di derbarê rewşa Iraq û navçeyê bi giştî, mijareke din a civînê bû.”