300 dukan û xaniyên li ber Çemê Bedlîsê tên rûxandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê, bi biryara Serokomariya Tirkiyê dê 300 dukan û xaniyên nêzîkî Çemê Bedlîsê bêne rûxandin.

Li gor biryarê, zevî û cihê wan dukan û xaniyan dê bikevin ser mulkê giştî û xwediyên wan jî dê ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve bêne qerebûkirin.

Birêveberiya Jîngeh û Bajêrvaniya Bedlîsê, niha dest bi valakirina cihên derdora Çemê Bedlîsê kirine û xwediyên wan mulkan haydar kirine, ku cihên xwe vala bikin û paşê ew dê bêne qerebûkirin.

Lê li aliyekê din xwediyên wan cihan ji qerebûkirinê dilgiran in û dibêjin, ku proseya qerebûkirinê bi awayekî dadmend nehatiye encamdan û nerazîbûn xwe nîşan dane.

Li gorî zaniyariyan, ji sedî 90ê xwediyên wan dukanan nerazî ne li ser awayê qerebûkirinê û weke ew dibêjin, beşekî xwediyên dukanan bi rêjeya ji sedî 10 û hinekên din bi rêjeya ji sedî 100 û hinekên din bi rêjeya ji sedî 500 têne qerebûkirin.

Hejmarek din ji xwediyên wan dukanan dibêjin, rast e biryara valakirina cihên wan hatiye dayîn, lê hikûmetê ti cihekî din ji bo wan dabîn nekiriye, ku ew bikaribin bazara xwe ya nû li wê derê vekin.