Pêşmergeyên Rojhilatî derbasî nav bajarê Şino bûn!

 

Şino (Rûdaw) – Hêzên Pêşmerge yên Rojhilatê Kurdistanê derbasî nav bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê bûn û propagandeya çekdarî kirin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya Rojhilatê Kurdistanê ragihand, şeva borî komek pêşmergeyên wan, bi helkefta bibîranîna 23emîn salvegera şehîdkirina sekreterê wê partiyê Dr. Sadiq Şerefkendî, derbasî nav bajarê Şino bûne û ji gel re propagande kirine.

Li  gorî malpera fermî ya PDKê, pêşmergeyên Rojhilat derbasî taxên Taçînawê û Seydabadê yên bajêr bûne û ji aliyê komek welatî ve bi germî hatine pêşwazîkirin.

Li gorî malperê, pêşmerge çûne nav mizgeftê û bi rêya bilindgoya mizgeftê, sirûda Ey Reqîb û hinek sirûdên din pexş kirine.

Di nûçeyê de hatiye gotin ku hinek “caş”ên dewletê xwestine êrişî wan bikin lê rastî bersiva pêşmergeyan hatine.

Bajarê Şino girêdayî eyaleta Ormiyê ye û dikeve beramberî bajarokê Sîdekan ê Başûrê Kurdistanê.

Sekreterê PDKê Dr. Sadiq Şerefkendî û çend hevalên xwe, roja 17ê Îlona 1992ê li xwaringeha Mîkons a bajarê Berlînê yê Almanya ji aliyê rêjîma îslamî ya Îranê ve hatin şehîdkirin. 



Pêşmergeyên Rojhilat li nav bajarê Şino