Burkay: Vekirina dibistanên kurdî mafê kurda ye

 

Amed (Rûdaw)- Serokê Giştî yê Hak-Parê Kemal Burkay, derheqê dibistanên kurdî yên li Amedê, Şirnexê û Colemêrgê hatin vekirin got, “Vekirina dibistanên kurdî mafê kurdan yê serekê ye.”

Kemal Burkay ji Rûdawê re ragihand ku ew piştgiriyê dide dibistanên kurdî yên bi rêya DBPê li navçeya Cizîrê ya Şirnex, navçeyê Gever a Colemêrgê û Amedê hatin vekirin.

Burkay daxuyandin ku Hak-Par  mafê perwerdeya zimanê dayîkê heta dawiyê piştgiri dide û got, “Vekirina dibistanên kurdî û di dibistanan de perwerdeya zimanê dayîkê mafê kurdan yê herî xwazayî ne. Hikûmet bi muhr kirina wan dibistana şaşitiyê dike, divê pêşiye li ber vekirina dibistanên kurdî veke.”

Serokê Hak-Parê Burkay daxuyaniya hikûmetê ya “nestandina desturê”  rexnekir û diyar kir ku vekirina dibistanên perwerdeya zimanê dayîkê bide erka hikûmetê ye û wiha domand:

 “Dewlet hem erka xwe ya mafê kurdan yê perwerdeya zimanê dayîkê nake û hem jî rê li ber kurdan digire. Piştî muhr kirina dibistana xirakirina wan jî dest pê kir. Em vê rewşê rast na binin. Perwerdeya zimanê dayîkê mafê kurdan e û xirakirna dibistanan jî ne rast e.”