Li Şirnexê tevî keşûhewaya ne guncav muz hatin çandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ya parêzgeha Şimexa Bakurê Kurdistanê, tevî ku keşûhewaya wê ji bo çandina muzan ne guncav e, welatiyekî dara muzê çand û derdora 15 heta 20 kîloyan muz pê ve çêbûn.

Muz wekî berhem li keşûhwayên tropîkal û cihên şîlî û bi rûtebet û di heman demê de germ çêdibe.

Lê welatiyê bi navê Muhammed Yasa Yural ê li navçeya Cizîrê dijî guh neda vê yekê. 

Tevî ku keşûhewayê navçeyê ji bo çandiniya muzan ne guncav bû dareke muzê ji bajarê Hatayê bir û  li baxçeyê mala xwe çand.

Muhammed Yasa Yural di vê pêvajoyê de serkeftî bû ji ber ku niha dara wî derdora 15 heta 20 kîlo muz girtine.

Muhammed Yasa Yural  ragihand ji bo ku ew nîşan bide axa Cizîrê çiqas berhemdar  e dara muzê çandiye û hinek şitlên wê dane dost û hevalên xwe jî da ku biçînin.

Niştecihê Cizîrê Muhammed Yasa Yural wiha got:

“Ji bo ku nîşan bidim axa vê navçeyê çiqas berhemdar e û bêyî derman berhemên baş bidim zarokên xwe min gelek corên daran  li vê derê çandine.

Hevalek min ê ji Hatayê ji min re muza ji corê anamur şand. Min beriya salekê çand.

Niha şîn bûye, mezin bûye û berhem jî daye.

Min tenê bo cêribandinê dar çandin. Dibe yan nabe ew karê xwedê ye.

Hevalên min got muz li vê navçeyê nabe û li cihên diyar ên wekî Afrîka çêdibe û fêkiyeke tropîkal e.

Wan herwiha got ku li hinek cihên Antalyayê şîn dibe. Min jî tenê xwest biceribînim.

Piştî ku min çand niha çêbûye. Min nîşanî wan hevalan jî da.

Herwiha min hinek şitlên wê li bexçeyên çend hevalan jî çandine. Hêvîdar im ên wan jî çêbibin.”