Mîrê Kurdên Êzidî pîrozbahî li Serok Mesûd Barzanî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg pîrozbahî li Serok Mesûd Barzanî û Partiya Demokrat a Kurdistanê kir.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 16ê Tebaxa 1946an hat damezirandin.

Serok Mesûd Barzanî di 16ê Tebaxa 1946an de li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bû.

Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg ji bo ji bo 78emîn salvegera jidayîkbûna Serok Mesûd Barzanî û damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) peyamek belav kir.

Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg di peyama xwe de wiha got:

“Bi boneya 78emîn salvegera jidayikbûna Serok Mesûd Barzanî pîrozbahî li cenabê wî dikim.

Hêvîdar im Xwedê temenekî dirêj bide wî ji bo xizmetkirina gelê Kurdistanê bi hemû pêhateyan ve.

Her wiha bi helkefta 78emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pîrozbahiyê li Serok Barzanî û hemû kadro, endam û alîgirên Partiya Demokrata Kurdistanê dikim.”