Li Varto qedexeya derketina derve rabû
Mûş (Rûdaw) – Li bajarê Varto yê Bakurê Kurdistanê, qedexeya derketina derve ya ku duh hatibû ragihandin, rabû.
Duh danê sibê li navçeya Vartoya Mûşê, ji ber şer û pevçûnên ku di navbera hêzên Tirk û gerîlayên PKKê de derketibû, rewşa awarte hatibû ragihandin û derketina derve ji bo welatiyan hatibû qedexekirin.
Li gorî agahiyan, şeva borî komek nûnerên saziyên sivîl ên Mûşê bi Waliyê Mûşê Vedat Bûyûkersoy re hevdîtin kirin.
Piştî civînê, nûnerên saziyên sivîl ên Mûşê ragihandin ku Waliyê Mûşê soz daye wan, qedexeya derketina derve îro (17ê mehê) saet 05:00 were rakirin.
Walîtiya Mûşê jî di daxuyaniyekê de eşkere kir ku qedexeya derketina derve ji bo parastina mal û canê welatiyan hatibû ragihandin û dê îro saet 05:00 were rakirin.
Li gorî walîtiya Mûşê, hêzên PKKê li nav bajarê Varto de li gellek cihan xendeq kolane û li gellek deveran jî bombe danîne.