Li Mêrdînê traktor wergeriya: 1 jê zarok 5 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê traktorek wergeriya û di encam de 1 jê zarok 5 kes birîndar bûn.

Îro 17ê Temûza 2022ê li Taxa Çakirsu ya navçeya Dêrikê ya Mêrdînê traktora ku welatiyê bi navê Şemsetîn T. diajot, ji rê derket û wergeriya.

Li gor zanyariyên destpêkê di bûyerê de tevî şofêr, 1 jê zarok û her sê kesên din jin, bi giştî 5 kes birîndar bûn.

Li ser agahadarkirinê tîmên tendirûstiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrikê.

Derbarê rewşa tendirûstî ya birîndaran de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.