Perestyarê berî 37 rojan di Çemê Miksê de wenda bibû hêj nehatiye dîtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Berwariyê ser bi parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê, xebatên lêgerîna perestyarê ku 11ê Hezîranê di Çemê Miksê de wenda bûye, bi tîmeke 130 kesî berdewam in.
11ê Hezîranê li nêzîk gundê Bêdarê yê Berwariyê, dema fermanberên tendirustiyê li ber Çemê Miksê seyran dikirin, lingê perestyara bi navê Halime Timurtaş şemitî û kete nav çem. Hevalê wê yê perestyar Eyup Guneş jî ji bo Halime Timurtaş ji nav çêm derxîne xwe avêt nav çêm, lê nikaribû derketa û bi avê re herikî.
Halime Timurtaş ji çêm hatibû derxistin, lê tevî midaxeleyan canê xwe jidest dabû. Ji bo dîtina Eyup Guneş jî heman rojê xebatên lêgerînê hatibûn destpêkirin.
Xebatên lêgerînê 37 roj in berdewam in, lê heta niha ti encamak derneket û Guneş nehat dîtin. Xebatên lêgerînê di qadeke 30 kîlometreyî de ji aliyê 130 kesên pispor û polîsên binavê yên ji parêzgehên Amed, Wan û Sêrtê ve berdewam dikin.