Hikûmeta Kurdistanê: Encamderên êrîşa Hewlêrê dê bêne sizadan

17-07-2019
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Hewlêr Tirkiye Êrîşa Hewlêrê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de êrîşa îro ya li Hewlêrê bi kiryareke “tawankarî” bi nav kir û ragihand: “Em serxweşî li kesûkarên qurbaniyan dikin û em hevxemê wan in.”


Di daxuyaniya xwe de Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandiye:“Em bi tundî vê bûyera tawankarî şermezar dikin ku îro nîvro li xwaringeheke Hewlêrê çûbû û di encamê de karmendekî Konsulxaneya Tirkiyê û welatiyekî canê xwe ji dest dan û hevwelatiyekî din jî birîndar bû.”

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje: “Em hemû aliyan piştrast dikin ku aliyên pêwendîdar ên Kurdistanê mijûlî lêkolînê û lidûvçûnên ciddî bo dîtina encamderan û sizadan wan in.”

 

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Bi ti awayî rê nayê dan aramî û seqamgîriya Herêma Kurdistanê bihê têkdan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst