Li Êlihê hinek zeviyên genim şewitîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kercewsê ya Êliha Bakurê Kurdistanê, ji ber sedemeke nediyar agir bi zeviyên genim ket û 10 donim şewitîn.

Li gundê Xiroyê yê navçeya Kercewsê îro ji ber sedemeke nayê zanîn agir bi zeviyên genim ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên prastina sivîlan ên Kercewsê çûn cihê bûyerê.

Di encama xebata tîman de agir hat vemirandin lê 10 donim zeviyên genim şewitîn.

Li Bakurê Kurdistanê di mehên havînê de bûyerên şewatê zêde dibin.

Di nava du rojan de 320 donim zeviyên genim û daristanan şewitîne.

300 donim genim li Amedê, 10 donim genim li Êlihê û 10 donim daristan jî li Çewlîgê şewitîn.