VÎDEO – Li Êlihê marekî masiyek girt

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Heskîfê ya parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê marekî masiyek girt û ew di devê xwe de bir.

Mehmet Salîh Înalozê ku li kêleka Bendava Heskîfê bi rê ve diçû dît ku marekî di bendavê me masiyek girtiye û wî derdixe bejahiyê.

Mehmet Salîh Înaloz ew kêlî bi kameraya telefona xwe qeyd kirin.

Di dîmenan de xuya dibe ku masî di devê mar de ye û wî bi xwe re dibe.