Gola Masiyan mazûvaniya mêvanên xwe dike
Hewlêr (Rûdaw) - Gola Masiyan a dîrokî ya li Rihaya Bakurê Kurdistanê, di betlaneya Cejna Qurbanê de mazûvaniya gelek ziyaretvanan kir.
Mêvanên ku ji bajarên cuda yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo cejnê çûn Rihayê, Gola Masiyan jî ziyaret kir.
Ziyaretvanan ji bo masiyan êm avêtin golê, wêne û dîmen kişandin.
“Me xwarinên xweş xwarin”
Omer Faruk Demirelê ji Xarpêt çûye diyar kir ew cara ewil e çûye Rihayê û got:
"Me xwarinên xweş xwar. Em niha jî li Gola Masiyan digerin.
Hewa hinekî germ e lê cihekî pir xweş e."