MINBIC - Rê li ber êrişekê hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) – Şervanên Hêzên Cebhet El Ekradê, hewldana ketina çekdarên mixalefeta Sûriyeyê li gundê Buwêhicê yê rojavayê Minbicê têk bir.

Li gorî medyaya Rêveberiya Xweser, Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku çekdarên di bin kontrola Tirkiyeyê de vê êvarê hewl da ji gundê Kirêdiyê bikevin gundê Buwêhicê yê li rojavayê kantona Minbicê.

Li gorî navendê, şervanên Hêzên Cebhet El Ekradê tevgera çekdaran şopand.

Bi çekên navîn û giran şer derket.

Piştî nêzîkî saetekê ew hewldan hat têkbirin.

Li gorî medyaya Rêveberiya Xweser gelek çekdar birîndar bûn û gelek jî revîn.