Li Rihayê agir bi zeviyekê ket û 200 ton ka şewitî

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya Rihayê ji ber sedemeke ne diyar agir bi zeviyeke genim ket û  200 ton ka şewitî.

Li Taxa Firatê ya Siwêregê ji ber sedemeke ne diyar agir bi zeviyeke  genim ket.

Agir li 400 donim zevî belav bû.

Genim pêştir hatibû dirûn lê hîn jî ka li erdê mabû.

Li ser agahdarkirinê tîmên pêwendîdar çûn cihê şewatê.

Malên nêzîkî agir hatin valakirin.

Bi hevkariya xelkê taxê û tîmên parastina sivîlan piştî 4 demjimêran agir vemirand.

Di encamê de 200 ton ka şewitî.