Li Amedê bûyera trafîkê: 2 mirî, 4 birîndar hene û zarokek jî wenda ye

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çermûgê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di bûyereke trafîkê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 4 kes bi giranî birîndar bûn û zarokek jî wenda ye.

Li gor zanyariyan şeva borî li Taxa Başari ya girêdayî navçeya Çermûgê ya Amedê otomobîla ku 7 kes tê de bûn qulipî.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî çûn cihê bûyerê û termê welatiyên bi navên Mehmet G. û Emîrcan G. ji otomobîlê derxistin.

Tîman herwiha 4 kes jî bi birîndarî ji otomobîlê derxistin ku birînên wan giran in, lê li gor zanyariyan zarokek jî di otomobîlê de bûye û ew zarok wenda ye.

Birîndar ji aliyê tîmên tendirustî ve bo Nexweşxaya Dewletê ya Erxenî û Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan a Gazîyaşargîl a Amedê hatin rakirin. Hatiye ragihandin ku karûbarên derbarê lêgerîna wî zarokê wenda de jî berdewam in.