EFRÎN - Çekdarên ser bi Tirkiyê ve bac li ser xelkê danîne

Hewlêr (Rûdaw) - Ji destpêka êrîşa Tirkiyê û hêzên çekdar ên opozsiyona sûrî ve, li ser Efrînê, gelek binpêkirin di derhqê welatiyên sivîl ên vê herêmê de, hatine encamdan û çekdarên ser bi Tirkyê ve bac li ser xelkê danîne.

 

Bi gotina xelkên Herêma Efrînê, heta niha Civaka Navdewletî gaveke piraktîkî ji bo nehîştina binpêkariyan ne avêtine.

 

Tenê di van 2 heftiyan de, li nahiyeya Şiyê gelek kiryarên tund hatine kirin.

 

Her li gorî ragihandina Komeleya Şiyê û çavkaniyên taybet ji nav Şiyê:

 

-1ê Hezîrana 2018an Fermandarên Lîwaya Sultan Şah dest danîn ser genimê cotkaran û ji xwe re birin. 03ê Hezîrana 2018an bi armanca standina pereyan ji xelkê, mal û kolanên Şiyê, ji aliyê çekdaran ve tûşî êrîş, gef û tevgereke bêserûber bûn, ku li ser her kesekî bêhtir ji 500 dolarî sepandin.

 

-6ê Hezîrana 2018an bi mebesta talankirin û diziyê, tax û kolanên bajarokê Şiyê hatin girtin û dorpêçkirin.  

 

-7ê Hezîrana 2018an qedexeya çûnûhatina bi şevê, li nav bajarok hate ragihandin û çekdaran girtin ser malên welatiyên sivîl û jin û zarok tirsandin û hejmarek ji xelkê girtin û îşkence kirin, bi taybetî ji malbata Şêxo.

 

-Di nav de jî, serokê Encûmena Xwecihî Ehmed Hesen û hinek endamên vê encûmenê girtin û îşkence kirin. Piştre jî cîgirê serokê vê encûmenê Ehmed Şêxo, li jêr îşkenceyê, jiyana xwe jidest da.

 

-09ê Hezîrana 2018an bajarokê Şiyê hate dorpêçkirin, êdî derketin, derbasbûn û anîna pêdiviyên jiyanê û xwarinê hatin qedexekirin.”

 

-Dibistana Seretayî ya bajarok bûye binkeyeke serbazî ji bo fermandar û cendirmeyên Tirk.


Çekdaran 13 hezar  dolarên dizîn, ku weke alîkarî gihiştibûn destê Encûmena Xwecihî ya Şiyê ji bo xizmetguzariya vî bajarokî.

 

-Li Herêma Efrînê bi giştî bêhtir ji 150 hezar kesî koçber bûn.


Çavkaniyên xwecihî ji bajarê Efrînê ragihand ku hêzên çekdar agir berdane zeviyên çandiniyê yên gundên nahiyeya Şêrawa.

 

-Li Bilbilê jî bac li ser xelkê sepandin, li beramber ku ziyanê negihînin wan û milkên wan.

 

Li beramber van binpêkirinan bi awayekî praktîk û rasteqîne tevgereke berbiçav,  ji Civaka Navdewletî nehate dîtin. Herwiha Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan, Human Rights Watch, derbarê binpêkirinên li Efrînê raporek ragihand û tê de behsa gelek kiryarên artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyonê kiriye.