Celewla: Şerê Pêşmerge û DAIŞê (Vîdyo)
Kerkûk (Rûdaw) – Ev dîmena vîdyoyî ji aliyê tîma Tora Medyayî ya Rûdawê ve li bereyên şer ên di navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên rêxistina bi navê DAIŞê li devera Celewla ya Kerkûkê hatiye kişandin.
Devera Celewlayê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hatiye kontrolkirin û heta astekî rewşa wir aram bûye lê hemû dikanên bajêr girtî ne, ji ber xelkê wir ji derketina şer û pevçûnê ditirsin.
Xelkê Celewlayê ji hêzên Pêşmerge dixwazin êdî ji wir venekişin ji bo ku aramiya wir têk neçe.