Otobusa Amedê li ser rêya Xarpêtê şewitî

Hewlêr (Rûdaw) - Li Xarpêt a Bakurê Kurdistanê otobuseke rêwiyan a Amedê dema ku di rê de diçû agir pê ket û bi temamî şewitî.

Di otobusa rêwiyan a bi plakaya 21 BL 105 de li cihê rampa Kinedericê ya li 20emîn kîlometreya Rêya Xarpêt-Amedê di beşa motora wê da şewat derket.

Şofêrê ku pê hesiya otobus dişewite li kêleka rê rawestiya û rêwî ji otobusê peya kirin.

Tîmên ku hatine agahdarkirin çûne cihê bûyerê û agir vemirandin.

Di encama şewatê de otobus bi temamî şewitî û rêwî ji bo otobuseke din hatin şandin.

Ji ber şewatê rêya Xarpêtê bi qasî 1,5 demjimêran ji çûnûhatinê re hat girtin.

Piştî bidawîbûna xebatan rê ji trafîkê re hat vekirin.