Li Eyn Îsayê ji ber topbarana artêşa Tirkiyê 3 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Eyn Îsayê yê Rojavayê Kurdistanê ji ber topbarana artêşa Tirkiyê 3 kes birîndar bûn.
Li gorî zanyariyan, di encama topbarana artêşa Tirkiyê li gundê Cideydê û Rêya Navdewletî ya M-4, sê kes birîndar bûn ku du ji wan birayên hev in.
Navên kesên ku birîndar bûne: Mihemed û Mehmûd Fewaz el-Weggai û Mihemed Salim Kemal in.
Hat ragihandin kesên ku di topbaranê de birîndar bûne ji bo nexweşxaneyên Reqayê hatine veguhestin.
Gundê Cideydê ku ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatiye topbarankirin bi 2 kîlometreyan dikeve rojavayê bajarê Eyn Îsayê.