Deriyê Sînor ê Kapikoyê cardin tê vekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Ev 14 meh e ji ber belavbûna vîrûsa Coronayê, Deriyê Sînor ê Kapikoyê li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê hatiye girtin. Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Wanê dibêje: "Li gor biryarek e Serokkomarê Tirkiyê, dê roja 17ê Gulanê Deriyê Sînor ê Kapikoyê bo çûn û hatinê were vekirin."

Parêzgerê wanê Mehmet Emîn Bîlmez li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kir ku Deriyê Sînor ê Kapikoyê dê di 18ê Gulanê de bê vekirin.

Serokê Yekîtiya Dukandar û Kasibkarên Wanê Îsa Berge dibêje "Mixabin, aboriya deverê ji ber girtina Deriyê Kapikoyê gihişte xala sifirê. Berî niha bi rêya Festîvala "Shopping Fest" ku bo bazirganiyê dihat sazkirin, gelek geştyar dihatin deverê bi taybet di Cejna Newrozê de. Bi vekirina derî di 17ê Gulanê de dikandar û kasibkar bi kêfxweşî amade ne."

Deriyê Kapi Koyê 100 km dûrî navenda bajarê Wanê ya Bakurê Kurdistanê ye û di sala 2019an bi fermî hat vekirin.

Li aliyê Rojhilatê Kurdistanê wek Deriyê Sînor ê Razî tê naskirin. Deriyê navborî 178 km dûrî navenda bajarê Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ye û berî girtina derî di 24ê Adara 2020an de roleke girîng di tevgera bazirganî ya parêzgeha Wanê û Tirkiyê de didît.

Cîgirê Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Wanê Fevzî Çelîktaş got "Nêzîkî 560 km sînorê Tirkiyê ligel Îranê heye. Di wî sînorî de 3 deriyên sînorî hene, yek ji wan Agirî-Gurbulak, ê din Colemêrg-Bajêrge û herweha Deriyê Kapikoy. Bê guman Deriyê kapikoyê bo me girîngtirîn jêdera aborî ye. Salane di wan hersê deriyan re nêzîkî 1 milyon geştyar derbasî deverên me dibin ku nêzîkî 1 milyon dolar dahat bo deverên me peyda dike."

Deriyê Kapikoyê wek deriyekî aborî yê giring tê nas kirin û girtina wî derî zerareke zêde gihande aborî û sektora geştyariyê.

Serokê Yekîtiya Ofîsên Geştyarî li Wanê Cevdet Ozgokçe dibêje "Ew geştyarên ji Îranê tên, piraniya wan wek geştyarên Ewropî ji ber kultur û bazarên me berê xwe didin welatê me. Gelek pereyan xerc dikin. Her geştyarekî/e Îranî herî kêm 1000 dolaran xerc dike. Em bi hêvî ne piştî 17ê Gulanê careke din vê tevgera bazirganî bînin."

Hejmara nişteciyên parêzgeha Wanê zêdeyî 1 milyon kes e û yek ji parêzgehên Bakurê Kurdistanê ye ku ji ber belavbûna vîrûsa Coronayê û girtina Deriyê Kapikoyê rewşa wê ya aborî xirab bûye. Niha dikandarên Wanê kampanyayek ragihandine û daxwazê ji hikûmeta Tirkiyê dikin ku pakêteke hevkariyê bo dikandar û kasibkarên Wanê rabighîne û dibêjin, bi wî 1000 lîreyê mehane wek hevkarî werdigrin, nikarin li ser piyan bimînin.