Dr. Faris Kitî bersivand: Gelo navê ‘Çarşema Sor’ rast e?
Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Meclîsa Ruhanî ya Êzidiyan Dr. Faris Kitî diyar kir ti pêwendî di navbera rengê sor û Cejna Serê Salê de nîne.
Şêwirmendê Meclîsa Ruhanî ya Êzidiyan Dr. Faris Kitî beşdarî bultena Nûrojê a Rûdawê bû ku Zana Keyanî û Sureya Hesarî pêşkêş dikin.
Dr. Faris Kitî behsa destpêka “Sersala Êzidiyan” kir û da zanîn ku nayê tesbîtkirin bê îsal sala çendan a Sersala Êzdiyan e û dîroka sersala Êzidiyan heta mîtolojiya afirîndinê ya Êzidiyan diçe.
“Destpêka jiyanê li Lalişê bû”
Dr. Faris Kitî di berdewamiyê jî de got:
“Gelekî zehmet e hejmara salê were destnîşankirin. Ew vedigere mîtolojiya afirandina cihanê.
Dema em li merasîmên vê cejnê dinêrin em dibînin hinek merasîmên wekî Cejna Ekîtoyê û wekî rengandina hêkan hene.
Ev nîşanên Êzidiyan, di merasîmên Sumerî û Babîliyan jî de dihatin dîtin.
Li gorî bîr û baweriya Êzidiyan, Laliş haveynê erdê bû. Destpêka jiyanê li Lalişê bû.
Hinek kes dibêjin, ev cejn beriya 6-7 hezar sal berê bûye.
Madem ev cejn vedigere destpêka jiyanê. Em nikarin tespît bikin bê ka jiyanê kengî dest pê kiriye.
Mîta afirindinê ya Êzidiyan behsa avabûna cihanê û dike û li gorî wê mîtolojiyê Laliş haveynê afirandina cihanê ye.”
Dr. Faris Kitî amaje bi wê yekê kir ku Êzidî bi piranî li herêma Nînowayê dijîn.
Dr. Faris Kitî da zanîn, ji ber nakokî di navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê de li herêmê hebûne herêmên Êzidiyan avadan nebûne.
“200 hezar Êzidî koçber bûne”
Dr. Faris Kitî êrişa DAIŞê ya sala 2014an jî bi bîr xist û derbarê êrişa DAIŞê wiha got:
“Dema DAIŞê herêma Nînowayê dagir kir herêma Şingalê û herêmên din ku ên Êzidî li wan dijîn jî kontrol kirin.
Ji ber Êzidî, baweriyeke dînî û kevn e DAIŞê nexwest ew bawerî hebe û komkujiyek bi serê Êzidiyan de anî.
Heta niha jî rewşa Êzidiyan ne baş e û heta niha jî gorên bikom ên Êzidiyan nehatine vedan.
Hîn jî çarenivîsa bi hezaran keç û jinên Êzidî yên ku DAIŞê revandine ne diyar e.
Li gorî raporan 200 hezar Êzidî ji welat derketine û koçber bûne.”
Dr. Faris Kitî rewşa îdarî ya Şingalê jî bi bîr xist û da zanîn ku heta niha îdareyeke fermî li Şingalê nehatiye avakirin.
Dr. Faris Kitî da zanîn ku Şingal bûye navenda nakokiyan û xelkê wê jî hîn li kampa ye û venegeriyaye.
“Êzidî dibêjin Çarşema Serê Nîsanê”
Dr. Faris Kitî di berdewamiya axaftina xwe de behsa navê “Çarşema Sor” jî kir û got:
“Zimannas û lêkolîner hewl didin koka meseleyan derxin.
Hinek nivîskar û lêkolînêran navê Çarşema Sor bi kar aniye ku li gorî zimanê Hîndî- Arî sor jî tê wateya cejnê.
Mixabin xelkê sade sorê wekî reng dihesibînin û van salên dawiye ew belav bû.
Mixabin ev ne rast e. Ti eleqeyek di navbera rengê sor û vê cejnê de nîne.
Navê wê Cejna Serêsalê ya Êzidiyan e.
Êzidî bi sadeyî dibêjin Çarşema Serê Nîsanê.
Heger lêkolîner gihiştibin navê Çarşema Sor jî rast e. Sor jî di zimanî Hindî – Arî de tê wateya Cejna Serê Salê.
Ti pêwendiya wê bi rengê sor re nîne. “
Li gorî amarên nefermî, li seranserê cîhanê hejmara Êzidiyan 550 hezar e.
Êzidî bi piranî li Başûr, Bakur û Rojavayê Kurdistanê, li Ermenistan û Gurcistanê dijîn.
Piştî salên 1980yî bi hezaran Kurdên Êzidî yên Bakurê Kurdistanê koçberî Ewropayê bûn.
Piştî êrişa DAIŞê ya sala 2014an a li ser Şingalê jî bi hezaran Kurdên Êzidî koçberî Ewropayê bûn.
Cejna Serê Salê yek ji cejnên girîng ên Kurdên Êzidi ye.
Her sal li Perestgeha Lalişê Cejna Serê Salê tê pîrozkirin û bi hezaran Kurdên Êzidî beşdarî pîrozbahiyê dibin û çalakiyên cûr bi cûr tên lidarxistin.
📌 Niha sala çendan a Kurdên #Êzidî ye?
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 17, 2024
📌 Sala Êzidiyan çawa tê hesibandin?
🎤 Mamoste û Şêwirmendê Meclîsa Ruhanî ya Êzidiyan Dr. Faris Kitî agahiyên berfireh dide pic.twitter.com/HhmdfPFhT6