Kalemêrekî Efrînî ji ber îşkenceya çekdaran canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn - Sûriye, Îbrahîm Şêxo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, kalemêrê bi navê Yehya Şukrî Hemo ku herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê li ser destên çekdarên grûpa bi navê Feyleq Elşam a ser bi Tirkiyê ve rastî îşkenceyê hatibû, canê xwe ji dest da.

Îbrahîm Şêxo ji Rûdawê re got, Yehya Şukrî Hemo, bi sedema îşkenceya ku ji çekdaran dîtibû, ketibû rewşeke tendirustî ya xirab û di encamêde jî roja Înê 14yê Nîsana 2023yan canê xwe ji dest da.

Her li gorî wan zanyariyan, Yehya Şukrî Hemo, ku ji malbata Xecnê ye, ji gundê Iskan ê ser bi nahiyeya Şêrawa ye, êvara Duşemê 27ê Adara 2023yan ji aliyê çekdarên wê grûpê ve hatibû girtin û îşkencekirin.

Herwiha hat ragihandin ku sedema wê yekê jî ew bû ku Yehya Şukrî Hemo hewaleya 300 dolarî wergirtibû, ku kurê wî ji Lubnanê jê re şandibû.