Mîtînga Hevpeymaniya Cumhur a li Rihayê bû qada peyamên biratiyê

Hewlêr (Rûdaw) - Mîtînga Hevpeymaniya Cumhur a li Riha ya Bakurê Kurdistanê bû qada peyamên biratiya di navbera neteweyên ku wir dijîn.

Di nav hefteyekê de sêyemîn mîtîng e ku Serokkomarê Tirkiyê û Serokê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan bi beşdariya serokên Hevpeymaniya Cumhur li parêzgehên Bakurê Kurdistanê saz dike.

Erdogan roja Pêncşemê li Meletiyê û roja Îniyê jî li Amedê bû.

Erdogan li Rihayê berbijêrên AK Partiyê da nasandin û bal kişande ser biratiya Kurd û Tirk û Ereban.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan anî ziman, “Ji bo em ji Urfayê têbigihêjin, divê destpêkê bi Tirk, Kurd û Ereban hemû rengên vî bajarî bêne hembêzkirin. Em ji her kesekî li vî bajarî, ji her bihosteke axa wê, ji cesareta wê ya ku navê Şanli daye wê û bi bereketa wê ya ku ew kiriye cazîbeya herêmê jê hez dikin.”

Peyama Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu jî li ser yekîtiya pêkhateyên herêmê bû.

Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu got, “Înşallah em ê wek gurmistê bi yek bin. Em ê bi yek bin, be hev re bin. Em ê bi Kurd, Tirk û Ereban ev dîmenên biratiyê yên li Şanliurfayê, înşallah bo aliyên din ên welat jî veguhesînin. Em ê bi hev re hemû pirsgirêkên xwe li ser bingeha edaletê di nav aramiyê de bi aqilane û birayane çareser bikin înşallah.”

Ji hilbijartinên 14ê Gulanê yên serokkomarî û parlamenteriyê re ji mehekê kêmtir maye. AK Partî, MHP, HUDA PAR, Yeniden Refah, BBP û DSP di bin navê Hevpeymaniya Cumhur û CHP, ÎYÎ Partî, Deva, Saadet, Partiya Demokrat û Partiya Pêşerojê di bin navê Hevpeymaniya Millet û Partiya Çep a Kesk û hejmarek partiyên çep ên Tirk di bin navê Hevpeymaniya Ked û Azadiyê de beşdarî hilbijartinan dibin. Herwiha hejmarek partiyên din jî serbixwe beşdar dibin.